کولبرنیوز | Kolbarnews
5.4K subscribers
13.4K photos
13.9K videos
300 files
9.73K links
اخبار را به اینجا بفرستید:

@kolbar


وب‌سایت:
https://www.kolbarnews.com

تلگرام:
http://t.me/kolbarnews

اینستاگرام:
https://www.instagram.com/kolbarnews

فیسبوک:
https://www.facebook.com/kolbarnews1

توییتر:
https://twitter.com/Kolbarnews
Download Telegram
کولبرنیوز | Kolbarnews
#Kurmancî Newroza îsal em ê bi #piştîvanî_kirin_li_kolbran bixemlînin û bikin Newroza piştîvanî ya li kolberan #kolbarnews @kolbarnews
#Kurmancî

Newroza îsal em ê bi #piştîvanî_kirin_li_kolbran bixemlînin û bikin Newroza piştîvanî ya li kolberan

Bi çarşemba sor û Newrozê nêzîk dibin , di Çar dehsalê borî de ev cejin û merasimên rêz girtin li Newrozê di gund û bajêrên kurdistanê de bi awayekê pirr coş ji alîyê xelkên kirêkar,cotyar û azadîxwez hatiye bicih anîn û helbet derfetek e ji bu nîşandana berxwedan li hemberî zordarî û sîyasetên qirêj ên komara paremayî û mirovkoj a îslamî ya îranê .
Komara iranê hemû salê dikoşe ku pêşîya amadekarîyên gel ji bona bi rêvebirina merasimên newrozê bigre lê ev derheq ev hêz û iradeya gelê me yê ageh û zana dernakevin û newrozê li her alî yê kuridistan bi rengek kurdewarî diçe pêş,sala çûyî gelê kurd ji bo rêz girtin ji berxwedana gelê me di Eferînê de li hember êrişên dewleta faşîsta tirk Newroz bi navê ( newroza berxewdanê ) xemilandin û bi palpiştî ji Efrînê merasim û mêhrîcanên mezin li her derê kurdistanê newroz bi rengê Efrînê pîroz kirin .
Gel carek di iradeya kiç û xortên kawe bi yêkrêzî û yekdengî nîşan dan.
îsal ev rewşa aloza aburî û civakî ku bi sedema sîyasetên qirêj li dijî pêşweçûna gelê iranê bi destên karbidestên komarê di kurdistanê de hatîyê pêş û nebûna derfeta kar bi hezaran xelkên navçeyên kurdistanê li Ûrmiyê heya îlamê bi karên pirr zehmet weke Kolberîy yan kirêbariyê mijûl kirine,mixabin civanên xwîndevan , hunermend , werizêşkarê bi nav û deng , jîr û kêrhatî , zarok , kalên zêde ji 70 salî û bi taybet Jin her yek ji wan li gorî hêza cesteyî û pidavîstîya jiyana rojaneya xwe Kole an barên bi qasî 50 heya 110 kîloyan li sinurên çiyayên kurdistanê di serma û germîya salê de ,bi derbas bûn ji rêyên pirr zehmetî û meydanên Mîn ev barane didin pişta xwe dikevine rêyên neteraz ,

di sala borî anku 1397 ê de di 11 mehan de 236 kolber li ser wan rêyên asê , di bilindahiya çiyayan li jêr renîyan û di seqema zivistanên giran de , bi mînên çandî û yan bi gulle û destên hêzên asayişa îranê di sinûrên kurdistanê de ji Mako bigre heya îlamê bi gulleyên hêza emnî û teqîna mînan canê xwe ji dest dan yan birîndar bûn
Ku 79 kes canê xwe dest dane û 157 kes jî bi awayek xirab birîndar bûne.
Ser wê esasê em dixwazin Newroza îsal ser navê newroza piştîvanîkirin li kolberan ava bikin...
Bê guman gelê têkoşer û azadíxwazê me bersiva wê bangewazîyê bi beşdarîkirina xwe ya bi coş û zelal di mersaimên taybetî bi newroza kolberan yê bide nîşan û carek din hêz û iradeya xwe yê bide ispat kirin...
Gelo wê newroza piştîwanî kirinê li gur daxwaz û mafên bi pê kirîyên gel emê bi newroza _piştîvanî li _kolberan damezirînin:

◾️xilasîya kolberiyê û çikirina derfeta kar ji bo gişt kolberan
◾️dana bîmeya bêkarîyê bi gişt kolberan heya bi desthênana karekî baş
◾️dana xisaret bi malbatên kolberên kuştî û birîndar.

Em hemû encumen ,navendên medenî û parêzvanên serhildana tevgera kurdistanê ,partî û sazîyê û alîyên sîyasî ku heta bawerek din bi newrozê hene bang dikin û daxwazê ji wan dikin bi palpiştîya wê îdeyê hev dengê me bin ji bona gehandina deng û daxwazên #kolberan.

#kolbarnews
@kolbarnews
#کورمانجی

Divê em komkujiya #Kolberan protesto bikin:
Ji xelkê azad yê Kurdistanê, rêxistinên radikal sivîl û sendîka yê kedê re
Tam 5 roj beriya hilbijartinê nelihevkirineke Îranê hêzên çekdar sînorê Îranê li xeta sînorê bajarê Kurdistanê Îranê êrîşê komên Kolberan kirin. Rişê di encamê de du kes hatin kuştin (#Shahed_Adak û #Ahamd_Sahrayi) û dora 10 birîndarên ku birîndarên krîtîk jî hene. Hikûmeta Îranê di dîrokek din jî de dîroka wê hovane li Kurdistanê zêde kir.
Em vê sûcê şermezar dikin û bang li we mirovên azad dikin ku li dijî vê çalakiyê li bajarên Kurdistanê protesto bikin.
Serokên Kordînatorê Kolbar News
Duşem 17ê Sibatê, 2020-an

🆔 @kolbarnews